Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X) - ABNA - Di nav gencîneyên hêja yên rîwayeyan de, peyveke ji Emîrê Mûminan Elî bin Ebî Talib (s.x) xwe nîşan dide ku bi qasî tevahiya heyînê kûr û hêjayî ramanê ye.
________________________________________
Destpêka Nivîsê:
Emîrê Mûminan Elî bin Ebî Talib (s.x) dibêje:
«مَا مِنْ یَوْم یَمُرُّ عَلَی ابْنِ آدَم إلاّ قالَ لَهُ ذلِکَ الْیَوْمُ: یَابْنَ آدَم أنَا یَوُمٌ جَدیدٌ وَ أناَ عَلَیْکَ شَهیدٌ. فَقُلْ فیَّ خَیْراً، وَ اعْمَلْ فیَّ خَیْرَاً، أشْهَدُ لَکَ بِهِ فِی الْقِیامَةِ، فَإنَّکَ لَنْ تَرانی بَعْدَهُ أبَداً»
«Tu rojek li ser kurê Adem derbas nabe, mêger ku ew roj jê re bêje: Ey kurê Adem! Ez rojeke nû me û ez li ser te şahid im. Vêca di min de gotina qenc bike û di min de kara qenc bike, ta ku di roja qiyametê de li ser te bi qenciyê şahidiya bidim. Ji ber ku tu ê piştî vê rojê êdî tu carî min nebînî.» (1)
Ev hedîsa şerîf, perde ji rastiyeke sosret radike: derbasbûna temen, tenê pêvajoyeke siruştî nîne; bêhtirî wê, çavdêrên agahdar û peyver li ser wê çavdêriyê dikin. Her roj, wekî afirandeyekî zindî û şahid, kirinên me tomar dike, ta ku di dadgeha dadê ya Xwedê de, an li serê me şahidiya bi qenciyê bike, an jî li dijî me bike.
________________________________________
Ravekirina Hedîsa Şerîf
1. «Şahidbûna rojê»; rastiyeke Qur'anî
Dibe ku di nêrîna pêşîn de, şahidiya «rojekê» li ser kirinên mirov, têgeheke remzî û mecazî xuya bike. Lê Qur'ana Pîroz bi zelaliyeke tam, esasê şahidiya tiştan û deman di qiyametê de îsbat dike. Xwedayê bilind dibêje:
«حَتَّی إِذَا مَا جَاءُوهَا شَهِدَ عَلَیْهِمْ سَمْعُهُمْ وَأَبْصَارُهُمْ وَجُلُودُهُمْ بِمَا کَانُوا یَعْمَلُونَ» (۲)
«Heta dema ku (dojehiyan) tên ba (agirê dojehê), guhên wan, çavên wan û çermên wan li dijî wan, bi wan kirinên ku wan dikirin, şahidiya didin.»
Ev ayet, dîmenekî ji qiyametê bişkîne: tawanker bi ecêbmayî dibînin ku heman endamên leşê wan, yên ku di dinyayê de bindestê fermanê wan bûn, nika peyver bûne û hûrgiliyên gunehan eşkere dikin. Ev nîşan dide ku hemû afirîd, heta laşê mirov jî, bi destûra Xwedê «şahid» û «peyver» dibin. Niha, eger «çerm» yê ku ji aliyê maddî ve bêcan e, dikare şahidiya bide, çima «roj» wekî warê demê yê kirinan nekare?
Piştre Quran sedema vê şahidiyê ron dike:
«وَقَالُوا لِجُلُودِهِمْ لِمَ شَهِدْتُمْ عَلَیْنَا قَالُوا أَنْطَقَنَا اللَّهُ الَّذِی أَنْطَقَ کُلَّ شَیْءٍ» (3)
«Û ji çermên xwe re dibêjin: Çima li dijî me şahidiya da? Dibêjin: Wî Xwedayê ku her tiştî axivand, me jî peyver kiriye.»
Ev beşa ayetê, esasê sereke îfade dike: Her tiştî xwedî qabiliyeta axiftinê û şahidiya danê ye, heke Xwedê bixwaze. Ji ber vê yekê «roj» jî ji vê qaîdeyê derbas nabe.
Û di domahiyê de koka xemsarbûna mirov wiha vegêre:
«وَمَا کُنْتُمْ تَسْتَتِرُونَ أَنْ یَشْهَدَ عَلَیْکُمْ سَمْعُکُمْ وَلَا أَبْصَارُکُمْ وَلَا جُلُودُکُمْ وَلَکِنْ ظَنَنْتُمْ أَنَّ اللَّهَ لَا یَعْلَمُ کَثِیرًا مِمَّا تَعْمَلُونَ» (4)
«Wexta ku hûn guneh dikirin, hûn xwe venedişartin ji ber ku qey guhê we, çavê we û çermê we li dijî we şahidiya bidin, lê we xweyî wê gumanê bû ku Xwedê ji gelek kirinên we nizane.»
Koka xemsarbûna mirov, «guman»a nerast a li ser Xwedê ye. Ango, gunehkar di xeyala xwe de ye ku Xwedê yan ji hûrgiliyên kirinên wî nizane, yan jî ku tu şahidên wisa tunene.
2. Xemsarbûna ji şahidiya hindirîn; koka têkçûnê
Çima mirov carinan dikevin gunehan? Quran bersivê dide: Jibîrkirina pergala çavdêriya hindirîn û derveyî, sedema sereke ye.
Qur'ana Pîroz di wesfê tirs û mezinahiya wê roja qiyametê de dibêje:
«یَوْمَ یَقُومُ النَّاسُ لِرَبِّ الْعَالَمِینَ» (5)
«Roja ku mirov li ber Xudayê hemû gerdûnan radiwestin.»
3. Çareseriya hedîsê: Du gavên ji bo biheştê
Emîrê Mûminan Îmam Elî (s.x) di domahiyê de, reçeteyeke du-qonaxî ji bo rizgariyê pêşkêş dike:
Gava yekem: «فَقُلْ فیَّ خَیْراً» – di min de gotina qenc bike.
Gotina qenc, mînaka berbiçav a «qewlê sedîd» (gotina xurt û rast) e. Quran di vê derbarê de dibêje:
«یَا أَیُّهَا الَّذِینَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَقُولُوا قَوْلًا سَدِیدًا * یُصْلِحْ لَکُمْ أَعْمَالَکُمْ وَیَغْفِرْ لَکُمْ ذُنُوبَکُمْ» (6)
«Ey kesên ku bûne bawermend! Ji Xwedê bitirsin û gotina rast û xurt bikin * da ku kirinên we ji we re rast bike û gunehên we bibexşîne.»
«Qewlê sedîd» gotineke rast, bihêz, bêberjewendî û li ser rastiyê ye. Nîşaneya girîng: Quran encama qewlê sedîd du tişt dihesibîne: 1. Rastkirina kirinan, 2. Bexşandina gunehan. Ango, axiftina qenc, bingehê tevgera qenc û zemîna bexşandina Xwedê ye. Vêca hedîs bi vê ayetê re hevahengiya tam heye: Gava yekem ji bo sûdwergirtina ji şahidiya rojê, baldarî li ser axiftinê ye.
Gava duyem: وَ اعْمَلْ فیَّ خَیْرَاً»؛ – di min de kara qenc bike.
Kara qenc, sînorê di navbera bawerî û durûtîyê de diyar dike. Xwedê dibêje:
«إِنَّ الَّذِینَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ کَانَتْ لَهُمْ جَنَّاتُ الْفِرْدَوْسِ نُزُلًا» (7)
«Bi rastî, ew kesên ku bûne bawermend û karên qenc kirine, bexçeyên biheşta Firdewseyê ji wan re cihê qezencê ye.»
«Nuzul» cihê qebûlkirinê û keremê ye. Ev ayet nîşan dide ku biheşta Firdewseyê, ne tenê xelat, lê di heman demê de cihê qedra taybetî yê wan kesan e ku bawerî û kara qenc bi hev re civandine. Hedîsa Emîrê Mûminan (s.xw.) bi rastî jî behsa vê heman berhevokê dike: «We‘mel fîye xeyrâ» – kara qenc. Bê kirin, gotina qenc bi tena xwe bes nîne.
Hedîs, van herduyan li cem hev dixwaze; çimkî gotina bê kirin, qenciyê tune ye û kirina bê bingeha zanîn û axiftinê jî kêmasiyê tê de ye.
4. Şahidiya rojê di qiyametê de
Di qiyametê de, her tiştî peyver dibe: erd, dem, endam û pêkhateyên leşê. Derbareyê erdê de dixwînin:
«یَوْمَئِذٍ تُحَدِّثُ أَخْبَارَهَا» (8)
«Di wê rojê de (erd) hemû nûçeyên xwe vedibêje.»
«Ahbar» pirjimara «xaber» (nûçe) ye; ango erd, hemû bûyerên ku li ser pişta wê an jî di nav wê de qewimîne, vedibêje. Ger erdê ku warê cîhê kirinan e, bipeyve, roja ku warê demê kirinan e jî, bi awayekî ewletir dikare şahidiya bide. Ev ayet, wê beşa hedîsê piştrast dike ku dibêje: «أشْهَدُ لَکَ بِهِ فِی الْقِیامَةِ» – roj di qiyametê de li serê te an bi qenciyê şahidiya dide, an jî li dijî te.
Îmamê Sadiq (s.x) dibêje: «Tu rojek li ser kurê Adem nayê, mêger ku ew roj bêje: Ey kurê Adem! Ez rojeke nû me û ez li ser te şahid im. Vêca bi min re kara qenc bike û di min de qenciyê bi cih bîne, ta ku di roja qiyametê de li ser te bi qenciyê şahidiya bidim. Çimkî tu ê piştî vê êdî tu carî min nebînî.» (9)
Wê demê, şahidên wekî roj, şev, endam û heta ferişteyan dosyeyê vedikin û rastiyê vedibêjin.
________________________________________
Encam:
Vêca hedîsa Emîrê Mûminan (s.xw.) me gazî hişyariyeke kûr a hundirîn dike:
Jiyana me, ji sekaneyên cuda yên bi navê «roj» pêk tê. Her sekaneyê tê fîlimkirin û senaryoya wê ji aliyê me ve tê nivîsandin. Ne veşartî ye ku, eger em lîstikvanê rolekî baş bin û diyalogên xweş bikin, fîlimê me di qiyametê de li serê me şahidiya bi qenciyê dide, û eger ne wisa be, li dijî me şahidiya dide.
Ji bo serfiraziya di van sekaneyên jiyanê de, ji vê rêyê pê ve tune:
1. Baldariya li ser axiftinê; ziman xwe bi qasî bîrê Xwedê û gotina qenc bikar bîne.
2. Plansazkirina kirinê; her rojê bi karekî qenc, her çiqas biçûk be jî, dest pê bike.
3. Baldariya li ber şahidan; bizane ku ne tenê Xwedê, ferişte û endamên leşê, lê heta roj û bîskan jî şahidê kirinên me ne.
Hedîsa «Rojê Şahid» bi rastî şiroveya hindirîn a ayetên şahidiyê ye. Quran esasên giştî îfade kirine û Ehlê Beyt (s.x) jî nimûne û hûrgiliyên wan eşkere kirine. Ji ber vê yekê, tebata vê hedîsê, tebata Quranê ye. Eger em her roja xwe bi «qewlê sedîd» û «kara qenc» dest pê bikin, wê gavê di qiyametê de dê li serê me şahidên bi qenciyê hebin ku em ê tu carî ji bîr nekin.
Xwedayê min! Serkeftinê bide me ku her roja ku li ser me derbas dibe, şahidiya bi qenciyê li ser kirinên me bide û wê rojê di qiyametê de li ser rûyê spî yê me de bibînin. Bi hurmeta Muhemmed û malbata wî yê pak re. Amîn.
________________________________________
Çavkanî:
1. Emalî Sadûq, r. 95
2. Sûreya Fussilet (41), ayet 20
3. Sûreya Fussilet (41), ayet 21
4. Sûreya Fussilet (41), ayet 22
5. Sûreya Mutefifîn (83), ayet 6
6. Sûreya Ehzab (33), ayet 70-71
7. Sûreya Kehf (18), ayet 107
8. Sûreya Zelzele (99), ayet 4
9. Biharul Enwar, c. 7, r. 325/20 – di çapa din de: : «فقل فیّ خیرا و اعمل فیّ خیرا»
Nivîskar: Fîrûze Dildarî (Lêkolîner, şêwirmenda malbatê, çalakvana medyayê û cîhaza virtual)
Etîket: Çavdêrên agahdar, Şahidên kirinan, Hişyariya mirov
Her roja ku mirov tê de derbas dibe, bi fermana Xwedê ve şahid û peyver e û jê re dibêje: «Ez rojeke nû me; di min de axifrina qenc bike û kara qenc bike, da ku di qiyametê de li serê te bi qenciyê şahidiya bidim.» Qur'ana Pîroz şahidiya endamên leş û hata erdê jî di qiyametê de piştrast dike; ji ber vê yekê, şahidiya «rojê» jî rasteke Qur'anî ye û li gor pergala hûr û kûr a Xwedê ye. Xemsarbûna ji van çavdêrên agahdar, koka guneh û poşmaniya herheyî ye; çimkî her roj piştî ku bi dawî bû, qet venagere û şahidiya wê an sedema serfiraziyê ye an jî sedema peşîmaniyê.
Your Comment